CENTCOM: "Divê ew biryarê bidin wê rêveberiya Sûriyeyê çawa be"

CENTCOM: "Divê ew biryarê bidin wê rêveberiya Sûriyeyê çawa be"

PeyamaKurd – Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla, di dema guhdarîkirinekê de li Meclîsa Nûneran got, "Ez difikirim ku divê ew fêm bikin ka çawa Sûriyeyê bi xwe birêve bibin."

Kurilla ku di rûniştineke li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê de li ser rewş û erkên CENTCOMê nirxandin kirin, rewşa heyî ya li Sûriyeyê jî nirxand.

Kurilla destnîşan kir ku Amerîka ji bo misogerkirina yekîtîya li Sûrîyê û di heman demê de ji bo pêşîgirtina li qutbûna şerê li dijî DAIŞê dixebite û ew di vê gavê de danûstandinên rasterast bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re didomînin.

Kurilla ragihand ku ew dixebitin da ku hêzên li Rojava tevlî rêveberiya Sûriyeyê bikin û got ku "Tirkiye di vî warî de roleke pir erênî lîst û ev yek ji bo aramiya Sûriyeyê hêmanek pir girîng bû."

Fermandarê Amerîkî diyar kir ku ji bo aliyan pir avaker bû ku rûnin û li ser ka rêveberiya li Sûriyeyê wê çawa be biaxivin û got, "Ez difikirim ku divê ew bi xwe fêm bikin ka çawa rêveberiya tevahiya welêt birêve bibin."

 
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.