Wezîrê karên navxwe yê berê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî koça dawî kir

Wezîrê karên navxwe yê berê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî koça dawî kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê berê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî di 75 saliya xwe de koça dawî kir. Şengalî demekî serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê bû.

Kerîm Şengalî di, sala 1950an de li bajarê Mûsilê hat dinyayê, di şoreşa Êlûn û Gulanê de pêşmergatî û serperreştiyê dikir. Yek ji rêvebirê Qiyada Muwaqat ya PDKê bû ku bi Dr. Kemal Kerkûkî û Cewher Namiq û Samî Abdurrahman re dixebitî.

Bo demekî çû welatê Îsveçê û jiyana xwe li wê derê dewam kir û di serhildanê de dageriya Kurdistanê.

Di salên 1993–1994an de rêvebirê giştî yê asayîşa Kurdistanê bû. Di sala 2005an de di kabîna bi serpereştiya Nêçîrvan Barzanî de wezîrê karên navxwe yê Herêma Kurdistanê bû. Di, kabîna Kurdistanê de di ya 6, 7 û 8an de jî heman karê xwe dewam kir.

Şengalî, di sala 2022an de bi sedema pirsgirêkên tendurisityê çû derveyê welat û di meha Hezîranê de dageriya Kurdistanê û di bin çavdêriya doktoran de bû.

Şengali, di wexta bo dermankirinê çû derveyê welat, karê serokatiya dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê dikir. Navê Şengalî di dîroka Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê de di asteka bilind de dihat qebûlkirin.

Kerîm Şengalî li Bexdayê fakulta Hûqûqê û siyasalê xwendibû û di wexta otonomiya Kurdistanê de li Bexdayê parêzerî kiribû.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.