PeyamaKurd – Malbata keça bi navê Shani Louk ku dema êrîşa 7ê Cotmehê ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatibû girtin û bedena wê ya tazî di paşiya pîkabeke Hemasê de hatibû nîşandan, li ser çarenivîsa wê daxuyanî da. Beriya niha hatibû îdiakirin ku ew nehatiye kuştin û di destê Hemasê de dîlkirî ye.
Welatiya Îsraîl-Almanyayê Shani Louka 22 salî ya ku ji bo “Festîvala Aştiyê” çûbû Îsraîlê û di êrîşa Hemasê de hatibû dîlgirtin û bedena wê tazî hatibû parvekirin.
Xwişka wê Adi Louka li ser medyaya civakî daxuyanî da û ragihand: “Ez bi xemgînî radigihînin ku xwişka min Shani Nicole Louk miriye.”
Bavê Loukê ji medya Îsraîlê re agahîya mirina keça xwe piştrast kiriye ku Rutha dotmama Loukê jî gotiye, wan doh ji rayedarên Îsraîlî agahiyeke fermî wergirtiye ku rayedar belgeyên DNAyê yên mirina Loukê piştrast dikin dane wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin