NATO: Me hêzên destwerdanê xistin tevgerê, divê Pûtîn derhal ser rawestîne

NATO: Me hêzên destwerdanê xistin tevgerê, divê Pûtîn derhal ser rawestîne

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bang li Rûsyayê kir ku derhal şer rawestîne û got, ew nabin aliyê şer, leşkeran naşînin û balafirên xwe li ser asmanê Ûkraynayê nafirînin.

Stoltenberg got ku Pûtîn bi êrîşa ser Ûkraynayê aştiya Ewropayê ji holê rakiriye û divê derhal şer rawestîne, hemû hêzên xwe ji Ûkraynayê vekişîne û bi niyetpakî hewldanên dîplomatîk bipêş bixe.

Sekreterê NATOyê herwiha destnîşan kir ku ew di dîroka xwe de cara yekem hêzên destwerdanê yên taybet dixin tevgerê û dê ew hêz li rojhilatê Ewropayê werin bicihkirin.

Stoltenberg dubare got, “Em ê her bosteke axa NATOyê biparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin