Netanyahu û Trump li ser mijara nukleerî ya bi Îranê re axivîn

Netanyahu û Trump li ser mijara nukleerî ya bi Îranê re axivîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser muzakereyên nukleerê yên Amerîka û Îranê yên xitimî axivîn.

Li gorî rojnameya Israel Hayom, Trump û Netanyahu bi telefonê axivîn. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de muzakereyên nukleerî yên di navbera DYA û Îranê de xitimî hatine axaftin.

Di nûçeyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku hevdîtin piştî ku Donald Trump hişyarî da Îsraîlê ku li dijî Îranê êrîşeke leşkerî neke pêk hat.

Herwiha hat destnîşankirin ku Netanyahu îro danê êvarê wê bi beşdariya Dîrektorê Mossadê David Barnea, Dîrektorê Ajansa Îstixbarata Navxweyî ya Şîn-Betê David Zînî, Wezîrê Karên Derve Gideon Saar, Wezîrê Karên Stratejîk Ron Dermer, Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich û Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir li ser Îranê civîneke ewlehiyê li dar bixe.

Hat diyarkirin ku di dema muzakereyên nukleerî yên di navbera Îran û Amerîkayê de, israra Waşîngtonê ya li ser rawestandina temamê xebatên zengînkirina uranyumê yên Îranê, ev muzakere ber bi xitimandinê ve biriye.

Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.