PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, bi peyameke vîdyoyû ragihand ku Şêwirmendê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Laricanî hatiye kuştin.
Netanyahû bi peyameke vîdyoyî Cejna Newrozê li gelê Îranê pîroz kir û li ser rewşa şerê bi rejîma Îranê re jî agahî dan.
Netanyahû diyar kir ku Laricanî serokê "çeteya" Pasdarên Şoreşa Îranê bû ku bi rastî Îran bi rê ve dibe. Herwiha Netanyahû piştrast kir ku Fermandarê Hêzên Besîcê Gulam Reza Suleymanî jî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye kuştin.
Netanyahû destnîşan kir ku armanca wan qelskirina rejîmê ye da ku gelê Îranê derfeta hilweşandina wê bi dest bixe û got, "Ev tişt di rojekê de nabe û dê ne hêsan be, lê em bi biryar in.”
Netanyahû bal kişand ser berdewamkirina operasyonên asmanî û hevkariya nêzîk a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re û diyar kir ku derbarê zextên li ser rejîma Îranê û çalakiyên rasterast de bi Serokê DYAyê Donald Trump re pêwendiyeke wî ya xurt heye.
Serokwezîrê Îsraîlê bang li gelê xwe kir ku guh nedin gotegotên reşbîn û destnîşan kir ku Îsraîl niha bi hêzeke gerdûnî re mil bi mil şer dike û li hemberî hemû gefan serkeftineke mezin bi dest xistiye. Herdwiha Netanyahû got ku di pêvajoya şer de gelek surprîzên wan ên nû hene.