PeyamaKurd – Dewleta Nîjeryayê piştî li Nîjerê leşker dest danîbû ser rêvebiriya welatê xwe, temamê sînorên xwe yên bejayiyê û hewayî ji Nîjerê re girtibû. Serokê dewleta Nîjeryayê Tinubu niha temamê deriyên navbera xwe û Nîjerê ji nûh de vekir.
Serokkomarê Nîjeryayê Bola Ahmed Tinubu li ser navê xwe daxwuyaniyekî nivîskî da belav kirin û di daxwuyaniya xwe de ragihand ku deriyan ji welatê Nîjerê re vekiriye. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Serokkomarê dewletê Tinubu, ferman da ku Nîjerya sînorên xwe yên bejayiyê û hewayî ji bo Nîjerê vekiriye û givaştinên din yên ser Nîjerê yekser rakiriye.”
Nîjerya deriyên xwe di Tebaxa 2023an de ji Nîjerê re girtibû û hem Yekîtiya Aboriya Welatên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) givaştinan danîbû ser Nîjerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin