Rojbeyanî: Rêzdar Mesrûr Barzanî dê xaka hatiye firotin jî vegerîne

Rojbeyanî: Rêzdar Mesrûr Barzanî dê xaka hatiye firotin jî vegerîne

PeyamaKurd –  Seroka Lîjneya Herêmên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî do li ser facebookê diyar kir, xiyanetkarên 16ê Cotmehê hewl didan beramber mûçeyê, tevahiya Herêma Kurdistanê radestî Iraqê bikin. Herwiha ew di xweşiyê de şirîk û di şerê jî de terîk in.

Ciwan Rojbeyanî daye zanîn: ‘‘Ji bîra we neçe, xiyanetkarên 16ê Cotmehê hewla radestkirina hemû Herêma Kurdistanê didan beramber wê yekê tenê mûçe bê dayîn. Yê teslîmî wan fişar û bi dehan fişarên din nebû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû û bi her awayî mûçe dabîn dikir.’’

Rojbeyanî herwiha destnîşan kir: ‘‘Perwerdeya Rêbazî Barzanî wisa û tu carî dev ji mafan bernade û bi serberzî destkewtan bidest dixe. Rêzdar Mesrûr Barzanî, diniyam weke çawa ji bo vegerandina mafên mûçexurên Herêma Kurdistanê xwe neçemand, ji bo vegerandina xaka hatiye firotin jî xwe naçemîne û dê wê xakê jî vegerîne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin