PeyamaKurd – Nûnerê dewleta Sûdanê yê Yekîtiya Ereb Defullah El Hac Yusuf, di zîrwa Yekîtiya Ereb ya li Erebistana Saûdiyê de ku li bajarê Ciddeyê hat lidarxistin, axaftinekî kir û got eger hêzên serhildêr terefdarên aştiyê bin dê wan efû bikin. Defullah El Hac Yusuf weha got:
“Hêzên serhildêr ( Hêzên Destekê yên Lezgîn) eger terefdarê aştiyê bin em jî terefdarin. Eger sîlihên xwe deynin em ê wan efû bikin. Şertên li Sûdanê nehiştin ku serokê konseya Sûdanê Abdulfettah el-Burhan tevlî civînê bibe. Burhan di nav hêzên xwe de ye û li hemberê serhildanê têdikoşe. Em ne terefdarê şerin lê şer xistin ber derê me. Em dikarin bi serhildêran re serî derên lê xelkê sîvîl li hemberê me dikin mertal û ev jî tevgerên me kêm dike.
Em ditirsin ku hêzên navdewletî ji serhildêran re çavên xwe bigrin. Welatê me ji şer zerarê diye û em bi Yekîtiya Ereb bawerin ku destekê bidin me da em welatê xwe ji nûh de ava bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin