NY, êrîşa nexweşxana Sûdanê ku 60 kes miribûn şermezar kir

NY, êrîşa nexweşxana Sûdanê ku 60 kes miribûn şermezar kir

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, êrîşa li Sûdanê ya li eyaleta Darfurê ku bi drone êrîş kiribûn ser nexweşxanê, di êrîşê de 60 kes miribûn, şermezar kir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku ji 200 carî zêdetir êrîşan birine ser dezgeyên wê yên li Sûdanê. Ofîsa Berdevkiya sekreterê giştî yê NY li ser êrîşê weha got:

“Sekreterê giştî yê NY, êrîşa di 20ê Adarê de ya ku kiribûn ser nexweşxana Dainê ya Perwerdê ya li eyaleta Darfûrê ku tê de herî kêm 60 zarok û xebatkarên tenduristiyê hatibûn kuştin, bi tundî şermezar dike.”