Fermandeyê Zêrevanî Weysî: Gefên DAISê ji berê zêdetir bûne

Fermandeyê Zêrevanî Weysî: Gefên DAISê ji berê zêdetir bûne

PeyamaKurd - Fermandeyê pêşmergeyên Zêrevanî ragihand, DAIŞ xilas nebûye ji ber ku gefên wê ji berê jî zêdetir bûne.

Fermandeyê pêşmergeyên Zêrevanî, Ezîz Weysî li ser çalakiyên DAIŞê li Iraqê ji Kurdistan24 re ragehand, DAIŞ bi dawî nehatiye û metirsiyên wê ji berê gelek zêdetir bûne.

Fermandeyê pêşmergeyên Zêrevanî eşkere jî kir, li parêzgeha Mûsilê hinek dever bi şev di bin kontrola DAÎŞê de ne bi roj jî di destê hêzên Iraqî de ne. Mînaka wê jî aliyê rastê yê bajarê Mûsilê ye.

Bi gotina Ezîz Weysî, eger DAIŞ bixwaze niha jî dikare hinek deveran li Iraqê bixe destê xwe lê ji ber ku wê rêxistinê taktîka xwe guhertiye, wê yekê nake.

Wî fermandeyê Pêşmerge daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, ferq û cudahiyê nexe navbera hêzên Pêşmerge û hêzên din yên Iraqî ji ber ku Pêşmerge jî beşek ji sîstema parastina Iraqê ye.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin