PeyamaKurd - Li bajarê Girêsipî yê Rojavayê Kurdistanê duh bi şev teqînek rû da û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Li çarxeriya şaredariyê ya nava Girêsipî bi riya wesayîteke bombebakirî teqînek çêbû û li gor zanyariya, di encama wê teqînê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Ajansa nûçeyan a Reutersê jî ragihandiye, di encama teqîna îro ya li Girêspî de hejmarek kesên sivîl hatine kuştin.
Berê jî li navçeyên Girêsipî û Serêkaniyê çendîn teqîn bi riya wesayîtên bombebarkirî rû didin û xelkê sivîl dibin qurbanî.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Artêşa Tirkiyê (TSK) wekî berpirsyarê van teqînan dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ji encamdana teqînan ew e, rewşa ewlehiyê xirabtir bibe û xelkê herêmê neçar bibe koçber bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin