Amerîka wê pistgiriya xwe ya ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê bidomîne

Amerîka wê pistgiriya xwe ya ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê bidomîne

PeyamaKurd - Amerîka wê piştgiriya xwe ya ji bo parastina ewlehiya Îsraîlê bidomîne û ji bowê kar bike.

Li gor Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka Con Kîrbî do diyar kir, hevdîtin di navbera Wezîrê Wezareta Navborî Lioyd Austin û hevkarê wî yê Israîlê Benny Gantz de çêbû.

Con Kîrbî eşkere kir, rojeva sereke ya civîna her du aliyan, li ser mayîndekirina agirbesta navbera Israîl û Filistînê û parastina ewlehiya Israîlê bûye.

Kîrbî destnîşan kir, di civîna hatiye pêkanîn de teqezî ji bo berdewamiya hevkariya hevbeşa a ji bo parastina her du aliyan hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin