Koçeryan hat girtin

Koçeryan hat girtin

PeyamaKurd- Serokê Ermenistanê yê berê Robert Koçeryan hat girtin. Koçeryan bi sedema qewimandinên di sala 2008an de ku derketibûn, bi tewana îhlala pergala makezagonê dihat darizandin. Li ser wan bûyeran dadgeh biryara girtina Koçeryan da.

Parêzerê Koçeryan got: “Dadgeh biryara girtina wî da. Ez wekî din tiştekî nabêjim. Yên mayî em ê di civîna çapemeniyê ya sibê de bêjin.”

Doza ku Koçeryan li serê hat girtin ew doze ku di sala 2008an de dema Sarkisyan hilbijartinê qezenc kir, xwepêşandêr bi sedema ku nerewayî ketiye nava hilbijartinê xwepêşandan kiribûn û bi mudaxeleya hêzên asayîşê 10 kes miribûn.

Bi wê hilbijartinê Koçeryan wezîfê dewrê Sarkisyan kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin