Ozgur Ozel: Dixwazin sindoqê ji holê rakin, dîktatoriyê bicih bikin

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, piştî ku doh 3 şaredarên partiya wî hatin binçavkirin, daxuyaniyeke tund da û banga hilbijartineke pêşwext kir.
Ozel got, desthilatdarî bi van operasyonan amadekariyê dike ku sindoqan ji holê rake û dîktatoriyê bicih bike.
Hêjayî gotinê ye, 5ê Tîrmehê, di çarçoveya lêpirsîneke gendeliyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve dihat meşandin, operasyonek li dijî şaredariyên CHPê hat kirin. Di encama operasyonê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar, Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhittin Bocek hatin binçavkirin.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel piştî civîna Desteya Rêveberiya partiya xwe diyar kir, desthilatdariyê ne tenê li hemberî CHPê, lê li hemberî siyaseta demokratîk şer ragihandiye.
Ozel got: "Desthilat ji sindoqê û hilbijartinê ditirse û dixwaze bi fişaran heta hilbijartinê berdewam be. Di nava desthilatê de beşek kesan, sê dozger, sê dadwer û sê şahidên nehênî girtine ba xwe û ji 19ê Adarê ve hemberî milet şer ragihandine. Ev şer ne tenê li hemberî me ye, li hemberî siyaseta demokratîk e."
Serokê CHPê da xuyakirin, armanca dawî ya desthilatê rakirina sindoqan û avakirina dîktatoriyekê ye û wiha pê de çû: "Êdî dixwazin sindoqê rakin, amadekariyên vê dikin, dixwazin dîktatorîyê bicih bikin. Tiştên kirine hincetê operasyonan bêbingehin.”
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




