Dîroka hevdîtina Erdogan û Partiya DEMê diyar bû

Dîroka hevdîtina Erdogan û Partiya DEMê diyar bû

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) wê sibê were lidarxistin.

Li gorî nûçeyan, hevdîtina Erdogan û Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê wê roja Duşemê, 7ê Tîrmeha 2025an, saet 15:00an de li Qesra Serokkomariyê were lidarxistin.

Pervîn Buldan û Mîthat Sancar wê di Şanda Îmraliyê de bin.

Şanda Îmraliyê wê berî serdana Erdogan bi Hevserokên Partiya DEMê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimoğulları re bicive.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.