Îsraîl: Bersiva Hemasê ya bo agirbestê nayê qebûlkirin

Îsraîl: Bersiva Hemasê ya bo agirbestê nayê qebûlkirin

PeyamaKurd- Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku bersiva Tevgera Hamasê ya ji bo pêşniyara agirbestê nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê de hat destnîşankirin ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu biryar daye ku şandeke danûstandinê bişîne Qeterê.

Hate diyarkirin ku Îsraîlê li ser pêşniyara Qeterê qebûl kiriye, ji bo agirbestê danûstandinan bike, lê ew bersiva Hemasê ya bo pêşniyara agirbestê jî qebûl nakin.

 

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.