"Welatên BRICS xwedî potansiyeleke siyasî, aborî û mirovî ya mezin in"

PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe ya li gel beşdarên 17emîn Lûtkeya Rêberên BRICS de diyar kir ku welatên endam ên rêxistinê di warên bingehîn de hevkariyê kûrtir dikin û xwedî potansiyeleke siyasî, aborî û mirovî ya mezin in.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya vîdyokonferansê li gel beşdarên Lûtkeya Rêberên BRICS axivî.
Putin bal kişand ser wê rastiyê ku BRICS di warê hêza kirînê de ji hin yekîtîyên din ên wekî G7 pir derbas bûye û destnîşan kir ku desthilatdarî û bandora BRICS li cîhanê her sal zêde dibe.
Serokê Rûsyayê tekez kir ku cîhan di guhertinên radîkal re derbas dibe, pergala yekqutbî di têkiliyên navneteweyî de êdî tiştekî berê ye û rojeva yekgirtî ya ku ji hêla welatên BRICS ve tê parvekirin girîngiyek mezintir digire.
Putin girîngiya xurtkirina hevkariya di navbera welatên BRICS de di warên teknolojî, pêşxistina çavkaniyan, lojîstîk, bazirganî û darayî de tekez kir û karê zêdekirina mîqdara veberhênanên hevbeş bi rêya mekanîzmayên yekîtîyê wekî lezgîn bi nav kir. Serokê Rûsyayê her wiha tekez kir ku divê bikaranîna diravên neteweyî berfirehtir bibe.
Putin diyar kir ku di çarçoveya BRICS de di warê avakirina danûstandina genim, platformek lojîstîkê ya daîmî û bernameyên hevkariya werzîşê de pêşketin çêbûne.
Putin diyar kir ku Brezîlya, wekî serokê demkî yê BRICS, destpêşxeriyên ku Rûsyayê par pêşniyar kirine didomîne, spasiya hevkarên xwe yên ji welatên BRICS kir ji bo têkiliyên wan ên avaker û destnîşan kir ku daxuyaniya dawîn a ji bo Lûtkeya BRICS amadekirî bingehek baş ji bo xebata hevbeş peyda dike.





