Ji ber êrîşên bi dronan li Rûsyayê 287 geşt hatin betalkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber êrîşên ku artêşa Ukraynayê bi balafirên bêmirov (UAV) li ser bajarên cuda yên Rûsyayê di 24 saetên dawî de pêk anîne, 287 geşt hatin betalkirin.
Di daxuyaniyek nivîskî ya Ajansa Veguhestina Hewayî ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) de, agahî li ser êrîşên dijwar ên UAV-ê yên ku ji doh ve li welêt berdewam dikin hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber êrîşên berdewam, geşt li gelek balafirgehan hatine betalkirin an jî hatine taloqkirin.
Di daxuyaniya ku agahî tê de hebû ku li balafirgehên paytext Moskow, St. Petersburg û Nizhny Novgorod bi tevahî 287 geşt hatine betalkirin, hat gotin, "Bi saya sînordarkirinên demkî yên li ser karanîna qada hewayî li herêmên cuda yên welêt, pêşketinên di derbarê veguhastina hewayî ya navxweyî de têne şopandin. Rewş dikare were birêvebirin."





