‘Çareseriya rastîn bo pirsa Kurd federalî yan jî konfederalî ye’

‘Çareseriya rastîn bo pirsa Kurd federalî yan jî konfederalî ye’

PeyamaKurd- Piştî ruxandina rejîma Beasê li Sûriyeyê û hatina ser kar a Hikûmeta Veguhêz nîqaşên li ser sîstema rêveberiya Sûriyeyê bi taybet jî li ser rewşa Kurdan berdewam dikin.

Ev nîqaş ne tenê di çarçoveya Sûriyê de, herwiha di çarçoveya Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê de didomin ku nirxandinên li ser vê pirsa aloz a Rojhilata Navîn têne kirin.

Pirsa Kurd li Sûriyê rastî astengiyan tê

Rojnameya El Şerq El Ewset derbarê rewşa aloz a pirsgirêka Kurd a li Sûriyê de diyar kir ku ew pirsgirêk rastî astengiyên mîna "serweriya neteweyî ya dewletan, nasname, şerê li dijî terorîzmê û berjewendiyên jeopolîtîk ên herêmî û navneteweyî" tê.

Yek ji pirsa herî tevlîhev a Rojhilata Navîn e

Rojnameyê da zanîn, pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên siyasî yên herî tevlîhev a Rojhilata Navîn e, ji ber ku ew girêdayî mijarên navxweyî û derve yên pir hesas e.

Ne tenê Tirkiye Îran jî ji ezmûna Iraqê ditirse

Rojnameyê bal kişand ser helwestên navneteweyî yên li ser pirsgirêka Kurd û da xuyakirin: "Tirkiye her hebûneke serbixwe ya Kurdan li Iraq an Sûriyeyê wek bingeha dewleteke Kurdan dibîne ku dikare hestên cudaxwaziyê di nava Tirkiyeyê de geş bike.

Îran jî ditirse, ew ezmûna herêma Kurdistana Iraqê ber bi Îranê ve here û dixwaze Kurdistana Iraqê her qels bimîne.”

Amerîka û Ewropa ji serxwebûna Kurdan re ne amade ne

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê û piraniya hêzên navneteweyî encamên referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê qebûl nekirin, bi hinceta parastina yekîtiya Iraqê.

Çareseriya rastîn federalî û konfederalî ye

Li gorî rojnameyê; "Çareseriya rastîn û demkî ew e ku modeleke federal an konfederal were pejirandin ku mafên çandî, siyasî û aborî yên berfireh bide Kurdên li Iraq, Sûriyeyê, Tirkiye û Îranê, bêyî ku yekîtiya dewletên heyî têk bibe.”

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.