Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê plana alîkariya bo Xezeyê pesend kir

PeyamaKurd- Medyaya Îsraîlê ragihand ku Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê planek pejirandiye ku rê bide belavkirina zêdetir alîkariyên mirovî li bakurê Şerîda Xezeyê. Tê gotin ku ev alîkarî dê bi rêya saziyên navneteweyî were pêşkêşkirin.
Di demekê de ku danûstandinên agirbestê li Şerîda Xezeyê berdewam dikin, biryareke girîng ji Kabîneya Ewlekariyê ya Îsraîlê derket ku rasterast gelê sivîl eleqedar dike.
Li gorî agahiyên medyayê, plana hatîye pejirandin dê veguhastina alîkariyên mirovî bo bakurê Xezeyê zêde bike û ev alîkarî dê bi hevkariya rêxistinên navneteweyî werin birêvebirin.
Alîkarê Rêveberê Giştî û Rêveberê Operasyonan ê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) Carl Skau ji medyaya Îsraîlê re diyar kir ku hikûmeta Netanyahu destûr daye WFP ku rojane 100 kamyon xwarin bi rêya Korîdora Netzarim û Deriyê Erezê yê Rojavayî bigihîne bakurê Xezeyê.
Skau herwiha got ku ger agirbestek li Xezeyê çêbibe, WFP amade ye ku 500-600 kamyon alîkariyê bîne herêmê û anî ziman, "Xwarin li cem me heye û em dikarin di nav 24 saetan de dest bi tevgerê bikin."
Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.




