Hamas: Me bi lihevkirineke neteweyî biryar da!

Hamas: Me bi lihevkirineke neteweyî biryar da!

PeyamaKurd - Hamasê ragihand ku bersiva pêşniyara agirbestê li Xezzeyê piştî hevdîtinên bi komên Filistînî re ku bi lihevkirineke neteweyî encam dan, hatiye dayîn.

Di daxuyaniyek nivîskî de, Rêvebirê Ofîsa Têkiliyên Neteweyî ya Hamasê Husam Bedran destnîşan kir ku berî bersiva doh a derbarê pêşniyara agirbestê û mekanîzmaya pêkanîna li Xezzeyê de, rêze civîn bi serokên komên Filistînî re hatine lidarxistin.

Bedran diyar kir ku Hamas û komên din ên Filistînî di van hevdîtinan de şêwirên dijwar kirine û gihîştine lihevkirineke neteweyî.

Husam Bedran bal kişand ser wê yekê ku Hamasê piştî temamkirina şêwirên navxweyî û derveyî, biryara yekdeng ji navbeynkaran re ragihandiye û hemû koman ev biryar pêşwazî kirine. Hamasê di 4ê Tîrmehê de ragihand ku wê "bersiva xwe ya erênî" ji bo pêşniyara agirbest û peymana guhertina girtiyan bi Îsraîlê re li Xezzeyê ji navbeynkaran re ragihandiye û ew amade ye ku ji bo pêkanîna agirbestê danûstandinan bike.

Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.