Li Texas a Amerîkayê 50 kes ji ber lehiyê mirin

PeyamaKurd- Li eyaleta Texsasê ya Amerîkayê, ji ber baranên zêde yên ku bûne sedema lehiyê, hejmara miriyan derket 50 kesan.
Rayedaran ragihand ku 27 zarokên din ên di kampan de hîn jî winda ne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Barana dijwar ku li seranserê Texsasê bandora xwe nîşan da, gelek herêm di bin avê de hiştin.
Li gorî agahiyan, li Kerr County 43 kes, li Burnet County 3 kes û li Travis County herî kêm 4 kes mirine. Hat diyarkirin ku di nav miriyan de 15 zarok jî hene.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




