Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Iraqê re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd Meşhedanî re li ser mijara mûçeyên karmendên sivîl ên Herêma Kurdistanê axivî.

Li gorî daxuyaniyek ji Serokatiyê, Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 6ê Tîrmeha 2025an (îro) li Hewlêrê mazûvaniya Serokê Parlamentoya Iraqê Meşhedanî û şandeya wî kir.

Di civînê de ku têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û herwiha diyaloga bi armanca çareserkirina pirsgirêkan bi têgihîştin û li ser bingeha destûr û peymanan hatin nîqaşkirin, li ser rewşa giştî ya Iraqê nêrîn hatin parvekirin.

Di civînê de, li ser girîngiya dîtina çareseriyek guncav ji bo pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê, bi taybetî di vê qonaxa hesas de, li hev hat kirin.

Di civînê de, hate destnîşankirin ku çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re di berjewendiya hemû Iraqê de ye û Nêçîrvan Barzanî ji Meşhedanî re ji bo hewldanên wî yên ji bo gihîştina çareseriyekê spas kir û tekez kir ku ew ê hewldanên xwe yên ji bo gihîştina çareseriyekê bidomîne.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.