Hevdîtina Şanda Îmraliyê bi Ocalan re qediya

Hevdîtina Şanda Îmraliyê bi Ocalan re qediya

PeyamaKurd - Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (Partiya DEMê) li Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re du saet û nîv hevdîtin pêk anî.

Li gorî raporên çapemeniyê, Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê, ku ji Partiya DEMê, Cîgira Serokê Meclisa TBMMê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrın Ozgur Faîk Erol pêk tê, hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re qediya û ragihand ku ew ji Îmraliyê derdikevin.

Hat ragihandin ku şande wê derbarê hevdîtina ku bi qasî du saet û nîvan dom kir de daxuyaniyek nivîskî bide.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.