Pentagonê ji HSD û Artêşa Sûriya Azad re 130 milyon dolar terxan kir

PeyamaKurd- Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), di pêşnûmeya budceya xwe ya sala 2026an de, 130 milyon dolar ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeya Azad (SFA) terxan kir.
Di pêşnûmayê de diyarkirin, armanca vê piştgiriyê ew e ku operasyonên perwerdekirin û amadekirina hêzên HSD û Artêşa Sûriya Azad fînanse bike, parastina navendên girtina çekdarên DAIŞê xurt bike û şert û mercên girtina wan baştir bike. Li gorî Pentagonê armanc ew e ku operasyonên li dijî şaneyên DAIŞê li bakur û başûrê rojhilatê Sûriyê bên berfirehkirin.
Hate ragihandin ku ev alîkarî dabînkirina ewlehiyê ji bo derdora Kampa Holê û herêmên Beyabana Sûriyeyê, parastina Binkeya Tinifê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li herêmê li xwe digire.
Di belgeya Pentagonê de tê gotin, rêxistina DAIŞê êrîşên xwe yên li dijî HSD, Artêşa Sûriyeya Azad û sivîlan didomîne, bi taybetî li herêmên derdora Kampa Holê û li wan deverên Sûriyê ku hebûna hêzên ewlehiyê lê lawaz e.
Pentagonê destnîşan kir, navendên girtina çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê, mezintirîn koma çekdarên rêxistinê li ser asta cîhanê li xwe digirin û tekez kir ku birêvebirina van navendan ji bo pêşîgirtina li vegera rêxistinê xwedî girîngiyeke mezin e.
Herwiha di heman demê de hişyarî hat dayîn ku "her têkçûneke di kontrolkirina van girtiyan de, dibe sedem ku rêxistin careke din weke hêzeke şerker a bi ezmûn, xwe bi rêxistin bike û bibe gef li ser herêmê û cîhanê."
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.