Li Dîlokê traktor-Tır li hev ketin: 2 birîndar hene

Li Dîlokê traktor-Tır li hev ketin: 2 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navça Nurdaxiyê traktorekî bi Tırekî re li hev ket û 2 kesên di traktorê de birîndar bûn. Qeza li ser rêya Nurdaxiyê û Îslahiyê qewimî.

Ajotvanê traktorê M.S. (27) bi birîndarê din yê bi navê A.S. (62) ve ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hat birin bo nexweşxana dewletê ya Nurdaxiyê.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.