Herêma Kurdistanê: Bexda dikaribû nehişta êrîşên İHAyan herin ser Kurdistanê

Herêma Kurdistanê: Bexda dikaribû nehişta êrîşên İHAyan herin ser Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezareta karên navxwe ya Herêma Kurdistanê di mijara lêpirsîna êrîşên dronan yên ser Herêma Kurdistanê de, Bexdayê sûcdar kir û got ku Bexda ji berpirsiyariya berlêgirtinê û lêpirsînê de reviya. Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxwuyanî da û got:

“Ji terefên pêwendîdar yên hukumeta Federal dema tehdîd diçin ser Herêma Kurdistanê an tehdîd için ser deverekî Iraqê, herkes bendeye ku Bexda wan tehdîdan derxe ortê, ber li dubarekirina tehdîdan bigre û ji bo kesên van kiryaran dikin wan ceza bikin û tedbîran bistînin.

Mixabin di mijara îhlala li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê de, ser mijarê digrin û em hîs dikin ku ji berpirsiyariyê direvin.”

Piştî di 24ê Hezîranê de, di navbera Îranê û Îsraîlê de agirbes çêbû û heya niha gelek dronên teqemenî barkirî li Kurdistanê ketin an hatin xistin. Ti grûb an rêxistin berpirsiyariya bûyeran negirt ser xwe.

Wezareta karên navxwe ya Herêma Kurdistanê do ji van êrîşan Haşdî Şabî berpirs girt. Hukumeta Bexdayê îro bersivê da û got ku nabe hêzekî federal di mijarê de bê sûcdarkirin. Grûbên mîlîs yên Iraqê red kirin ku van bûyeran kirine û DEAŞê sûcdar kirin.

Wezareta karên navxwe ya Kurdistanê îro daxwuyanî da û tê de got ku Bexda ji berê de li hemberê wan kesên ku bi İHAyan û fuzeyan êrîş kirin Kuristanê, ti carekî li hemberê wan neketiye nav tevgerê. Wezaretê got:

“Tevî ku çavkanî û ciyên ku İHA û fuze ji wan hatine avêtin bo Kurdistanê aşkeraye jî, tevî di navbera hukumeta Federal û Kurdistanê de komîteyên hevpar hatin avakirin jî, mixabin encama lêpirsînan, ji bo raya giştî nehatin ragihandin. Ji ber van kiryarên li dijî qanûnan û sûcên aşkera kes nehat cezakirin û ti tedbîr nehatin sitendin.”

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.