Parêzgarekî nû bo Bexdayê hat erkardar kirin

Parêzgarekî nû bo Bexdayê hat erkardar kirin

PeyamaKurd - Piştî ku parêzgarê Bexdayê li dema xwepêşandanên protestokirina hikûmeta Iraqê ji kar hat dûrxistin îro parêzgerekî nû bo paytexta Iraqê hat destnîşan kirin.

Di dengdana îro ya encûmena parêzgeha Bexdayê de, Mihemed Eta wek parêzgerê nû yê Bexdayê hat erkdar kirin.

Encûmenê bi praniya dengên amadebûyan ve Mihemed Eta wek parêzgerê nû yê Bexdayê diyar kir û Elî Îsawî jî bû cîgirê parêzger bo karûbarên hunerî û hilbijartinê.

Parêzgarê Bexdayê Felah Cezayirî roja 06.10.2019a ji aliyê encûmenê ve ji kar hatibû dûrxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin