Pete Hegseth: Em gihîştin hemû armancên xwe

Pete Hegseth: Em gihîştin hemû armancên xwe

PeyamaKurd - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ew di şerê li dijî Îranê de gihîştine hemû armancên xwe û sîstema berevaniya asmanî ya Îranê bi temamî hatiye rûxandin.

Wezîrê Şer Pete Hegseth îro 8ê Nîsanê derbarê agirbesta nû ya bi Îranê re civîneke rojnamevanî li dar xist û ev roj wekî "rojeke mezin ji bo aştiya cîhanê" binav kir. Hegseth diyar kir, Îran piştî êrîşên "wêranker" ên Amerîkayê, neçar maye agirbestê bixwaze.

Hegseth destnîşan kir, artêşa Amerîkayê li gorî plana roja yekem a şer hemû armancên xwe pêk anîne û wiha got: "Îranê hemû şiyanên xwe yên berevaniya asmanî winda kirine û niha Amerîka kontrola asmanê Îranê dike. Me hemû sîstemên moşekavêj û kargehên berhemanîna moşekan ên Îranê bi temamî ji nav birin."

Wezîrê Şer ê Amerîkayê ragihand, wan di operasyonên li dijî Îranê de tenê "kêmtirî %10ê şiyanên xwe yên leşkerî" bikar aniye û aşkere kir ku "hemû serkirdeyên pilebilind ên rêza yekem a Îranê" hatine ji nav birin û firokevanên Amerîkî di nava çend saetan de ji nava Îranê hatine rizgarkirin.

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Hegseth piştî ku îro berbangê agirbesteke 14 rojî di navbera Washington û Tehranê de ket warê cibicîkirinê hate dayîn. Biryar e roja Înê 10ê Nîsanê bi navbeynkariya Pakîstanê li Îslamabadê danûstandinên rasterast dest pê bikin, da ku rêkeftineke aştiyê ya mayînde were îmzekirin.