Pezeşkiyan: Daxwaza wan ew bû ku di 48 demjimêran de Îranê têk here

Pezeşkiyan: Daxwaza wan ew bû ku di 48 demjimêran de Îranê têk here

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan di hevpeyvîneke televizyonê de ragihand ku DYA û Îsraîlê armanc kiribûn ku Îranê di 48 demjimêran de mîna mînaka Sûriyeyê hilweşînin û teslîm bigirin.

Pezeşkiyan diyar kir ku tevî hemû qeyran û zehmetiyên mezin, Îran îro di qada navdewletî de wekî welatekî serbilind û bihêz dimîne.

Serokkomarê Îranê bal kişand ser kuştina Serokê berê Elî Hamaney, fermandarên bilind û zanyarên nukleerî û got ku ti sedemeke mentiqî ya van êrişan nîne, ji ber ku piraniya van kesayetan jiyaneke gelekî sade û bê dewlemendî derbas dikirin.

Her wiha Pezeşkiyan bal kişand ser birîna kûr a şer a di nav civakê de û rexne li Serokê DYAyê Donald Trump û muxalîfên li deryasayê girt ku zanyariyên şaş û zêde belav dikin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Pezeşkiyan tekez kir ku divê rê li ber vegera hemû welatiyên Îranî yên li deryasayê bê vekirin û mekanîzmayeke ewle bê avakirin da ku kes di dema vegerê de neyê girtin.

Serokkomarê Îranê destnîşan kir ku divê bêyî ferqûcudahiya bawerî, etnîk, zayend û ramana siyasî ji bo hemû welatiyan edalet bê peyda kirin.

Di dawiyê de Pezeşkiyan behsa Lîderê nû yê Olî Mücteba Hamaney kir û diyar kir ku ji ber şert û mercên ewlehiyê peywendiya bi wî re zehmet bûye, lê hebûna wî ji bo îstîqrara welatî çavkaniyeke mezin a moralê ye û ew giringiyê dide biryarên piranî û pisporan.