Piştî Amerîka û Brîtanya hişyariyek jî ji Fransayê: Terka Şamê bidin, neçin Sûriyê!

Piştî Amerîka û Brîtanya hişyariyek jî ji Fransayê: Terka Şamê bidin, neçin Sûriyê!

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Wezareta Derve ya Amerîka ya Şamê û Brîtanyayê ku hişyarî dabûn welatiyên xwe terka Şamê bidin, Wezareta Derve ya Fransayê jî hişyariyek da.

Li ser malpera Wezareta Derve ya Fransayê hate ragihandin, “Şam jî di nav de, metirsiya êrîşên terorîstî li Sûriyê pir zêde ye. Her welatiyekî/ê Fransî yê li Sûriyê dibe ku bibe armanca komên terorîst.”

Wezareta Derve ya Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Sûriyê û ji yên li Sûriyê ne jî xwest ji kombûnan dûr bikevin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ber pêkanîna êrişên “terorî” yên pêkan li Sûriyê di rojên cejna Remezanê de, hişyarî dabû welatiyên xwe. Wezaretê di daxuyaniyê de bang li welatiyên xwe kir ku ji ber xetereyên ewlehî yên zêde neçin Sûriyê.

Hikumeta Brîtanyayê jî bang li welatiyên xwe kiribû ku ji ber rewşa ewlehiyê ji Sûriyê derkevin û neçin wir.

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.