Pizişkiyan: Em ne li pey çekên atomî ne

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezişkiyan, di salvegera 46emîn a Şoreşa Îslamî ya Îranê de gotarek pêşkeş kir.
Pizişkiyan bal kişand ser ku heman wekî dema destpêka şoreşa îslamî çawa ku wan hikûmeta nû ava kir, lîderê Hemasê Îsmaîl Heniye hate şehîdkirin û got, “Wekî hikûmet peyama me, aştî, ewlehî û îstiqrar e, lê li ser hev êrîş bi ser welatê me de hatin kirin. Medyaya navnetewî bi awayekî bê însaf Îran wekî pirsgirêka gerdunî û herêmî nîşan da.”
Serokomarê Îranê herwiha got, Îran li dijî çekên îhmakirina girseyî ye û destnîşan kir: “Em ne li pey çekên atomî ne. Di doktrîna Îranê de, qirkirina mirovên bêguhen nayê qebûlkirin.”
Ev nivîs 166 car hatiye xwendin.





