Koşka Sipî: Trump ragihand ku wê givaşên ser Sûriyê rake

Koşka Sipî: Trump ragihand ku wê givaşên ser Sûriyê rake

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karoline Leavitt ragihand ku wê serokê DYAyê Donald Trump piştî nîvro ji bo givaşên ser Sûriyê rake, wê biryarnameyekî îmza bike. Karoline Leavitt ragihandina xwe di civîna rojane ya Koşka Sipî de kir. Leavitt got:

“Rakirina givaşan hewlekiye da ji bo destekê bide rêya îstîqrarê û wê teşwîq bike. Bi biryarnamê givaşên ser Sûriyê radibin lê yên ser Beşar Esad û destekvanên wî, kesên mafên miroav îhlal kirine, yên karê maddeyên hişbir kirine, kesên têkiliyên wan bi çekên kîmyewî hene, DEAŞ û rêxistinên têkiliyên wan pê re hene, Îran û wekîlên Îranê wê givaşên ser wan dewam bikin.”

Trump ragihandiye ku di wexta seredana xwe ya Rojhilata Navîn de bi serokê Sûriyê Ahmed Şara re hevdîtin kiriye û soz dayê ku givaşan rake. Leavitt got ku Trump destekê dide Sûriyekî bi îstîqrar, yekgirtî û Sûriya bi cîranên xwe re di nav aştiyê de.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.