Pompeo: Îran û Çîn sîstema navdewletî xerab dikin

Pompeo: Îran û Çîn sîstema navdewletî xerab dikin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di rêxistina German Marshall Fund ê de axifî û behsa siyaseta dinyayê kir. Di axaftina xwe de Pompeo Îran û Çînê sûcdar kir û got:

“Ne em lê Îran û Çîn binê sîstema dinyayê diqewêrin.”

Pompeo ragihand ku carna dostên wan yên Awrûpayê dibêjin ku Amerîka di çarçoweya berjewendiyên navdewletî de tevnagere lê rêvebiriya Amerîka hewl dide ku car din li seranserê dinyayê bibe desthilatdar û dostên xwe îhmal nake û divê hemû hevkarên wan di vê rê de tevbigerin. Pompeo weha dewam kir:

“Serokê Amerîkayê Trump dixwaze Amerîkayê bike serpereştê adetî yê dinyayê û ti hêzekî di ser dewleta netewî de nîne. Dewletên netewe garantiya azadiyên demokratîk û berjewendiyên netewî ne. Amerîka wê bi desteka demokrasiyan sîstema lîberal ava bike û nûbike. Ev nîzam wê nehêle şer derên û bexteweriyê zêde bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin