Prens koça dawî kir

Prens koça dawî kir

PeyamaKurd- Kurê şêxê Emaratan kurê Şêx Sultan bîn Muhammed el Qasimî yê bi navê Şêx Xalid bîn Sultan el Qasimî li payîtexta Brîtanyayê li Londrayê, di 39 saliya xwe de koça dawî kir. Ji ber wefata prens, ala Emaratan daxistin nîvî û bo 3 rojan dê welat şîn bike.

Malbata prens di ser hesabê xwe yê Instagramê de bûyerê ragihand. Bi hezaran kes di ser hesabê medyayê de bo malbatê sersaxî dixwaze. Qasimî di sektora modayê de dihat naskirin.

Şêx Sultan bîn Muhammed el Qasimî ji sala 1972an û vir de bajarê Şarîqayê îdare dike û di sala 1999an de kurekî xwe yê dinê ji ber bikaranîna eroyînê wenda kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin