PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûna xwe û helwesta Tehranê ya derbarê encamên hilbijartinên navîn ên DYAê de anî ziman.
Qalîbaf destnîşan kir ku bi serkeftina Demokratan re gelê Amerîkayê dijberiya xwe ya li hemberî şer nîşan daye û got: "Vicdan an jî baha bûna jiyanê... Amerîkiyan ji şer re got 'na' û em jî piştgiriya vê peyamê dikin."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Qalîbaf hişyariyeke tund da rêveberiya Washingtonê û diyar kir: "Heke hikûmeta DYAê ji bo xizmetkirina patronên navneteweyî û desthilatdarên zordar xiyanetê li îradeya gelê xwe bike, ew dê fêr bibin ku bersiva me ya 'na' dê bi xewnek tirsnak ji wan re vegere."