PeyamaKurd – Mîrê Zimanê Kurdî û rewşenbîrê hêja yê gelê Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan 26ê Nîsana 1893yan li bajarê Stenbolê çavê xwe ji dinyayê re vekir û bi zanebûn û xebatên xwe yên siyasî û rewşenbîrî şewqa xwe da tevahiya Kurdistanê.
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû û bixwe wekî pêşengê nivîsîna kurdî ya bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebat kirine û li surgûnê kovarên Hawar û Ronahî weşandine.
Xebatên Celadet Bedirxan bûne bingeh û hêmaya edebiyat û dîroka weşangeriya kurdî.
Mîr Celadet di siyaseta Kurdistanî de û di têkoşîna rewa ya gelê Kurd de jî têkoşerek bû û ew yek ji endam û damezrînerê Xoybûnê bû.
Wî ji bilî zimanê kurdî bi zimanên îngilîzî, frensî, almanî, tirkî, farisî, erebî, yewnanî jî zanibû. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî dihatin weşandin.
Mîr Celadet Alî Bedirxan pêşengê rêzimana kurmancî û alfabeya latînî ya kurdî ye.
Mîr Celadet 15ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê yê nêzîkî Şamê xatir ji vê dinyayê xwestiye û cenazeyê wî li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan ango li Goristana Şêx Mewlana Xalidê Nexşbendî li taxa Kurdan a li Şamê hatiye veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin