Hevsaredara Sêrtê mazbeteya xwe stand, lê…

Hevsaredara Sêrtê mazbeteya xwe stand, lê…

PeyamaKurd – Desteya Hilbijartinê mazbeteya şaredariyê îro pêncşemê da hevşaredara jin a HDPê Berîvan Helen Işik, lê bo hevşaredarê din ê Sêrtê Resûl Kaçar bi hinceta bi KHKê ji kar hatiye dûrxistin mazbete nehat dayîn.

Hevşaredara HDPê ya Sêrtê Berîvan Helen Işik îro mazbeteya xwe ya destpêkirina kar ji Desteya Hilbijartinê ya Bajêr wergirt.

Lê belê bi hinceta ku hevşaredarê din ê HDPê Resûl Kaçar ku bûye endamê meclîsa şaredariya Sêrtê beriya hilbijartinê bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê ji karmendiya dewletê hatiye dûrxistin mazbete bo wî nehat dayîn.

Dema wergirtina mazbeteya şaredariyê parlamentarên HDPê Meral Daniş Beştaş, Siddik Taş û çend rêveberên din ên HDPê amade bûn.

Li gor biryara YSKê li 3 navçeyên Wanê yên Tuşba, Edremit, Çaldiranê, li Erzeromê navçeya Tekmanê û li Qersê jî li beldeya Dagpinar a navçeya Dîgorê digel ku namzedên HDPê bi ser ketine jî dê mazbeteyê bidin namzedên di hilbijartinê de ketine rêza duyemîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin