Rodriguez:Li Venezuelayê hijmara miriyan gihîşt 589 Kesan

Rodriguez:Li Venezuelayê hijmara miriyan  gihîşt 589 Kesan

PeyamaKurd - Serokdewleta demkî yê Venezuelayê Delcy Rodriguez bîlançoya herî dawî ya erdhejên giran ên ku li welat rû dane aşkere kir.

Rodriguez ragihand ku di karesatê de heta niha jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştî ye 589 kesan û jimara birîndaran jî derketiye 2 hezar û 980 kesan.

Li herêmên ku erdhejê bandoreke giran lê kiriye, pirosesa lêgerîn û rizgarkirinê di bin şert û mercên dijwar de berdewam dike.

Hat destnîşankirin ku fikar hene ku ji ber hilweşîna bi sedan avahiyan bîlanço hîn girantir bibe.