PeyamaKurd – Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku 2 helîkoterên Mi-8 yên ku fermandarên Tabûra Azovê hildigirt xistiye. Berdevkê wezaretê İgor Konaşenkov, li ser rapora rojane ya artêşa Rûsyayê brîfîngekî da. Konaşenkov weha got:
“Ûkrayna dixebitî da fermandarên di asta bilind de ya Tabûra Azovê ya Neo-Nazi ji bajarê Mariupolê bi 2 helîkopterên Mi-8, di siba 31 adarê de tahliye bike. Yekîneyên Komara Gel ya Donetskê bi fuzeyên Strînger yên ku ji artêşa Ûkraynayê bidest xistibû, bi wan fuzeyan helîkopterên Mi-8 xist.
Yek ji helîkopteran li nêzî gundê Rybatskoye ket û ya dinê bi derba fuzeyê xesar dît û bi 20 km yan nêzî peravê ket.”
Konaşenkov, negot bê di helîkopteran de çend kes hebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin