PeyamaKurd- Şêwirmendê medyayê yê Serokatiya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Zeydan, daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê HSDê yên derbarê lihevkirina li ser hêzên leşkerî de red kirin û diyar kir ku ev agahî ne rast in.
Zeydan destnîşan kir ku vebijarkên li pêşiya HSDê kêm bûne û divê ew berpirsiyariya peymana 10'ê Adarê ya ku li ber çavê welatên wekî Amerîka û Tirkiyeyê hatibû îmzekirin bigire ser xwe.
Hat ragihandin ku agahiyên derbarê pêvajoya tevlîbûnê û hejmarên hatine parvekirin tenê daxwaz in û ne rastiyên li ser erdê ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku niha peywendiyên bi HSDê re rawestiyane, lê belê di demeke nêz de îhtîmala hevdîtinan heye.
Çavkaniyên hikûmeta veguhêz jî bang li saziyên medyayê kirin ku ji belavkirina agahiyên şaş dûr bikevin û tenê xwe bispêrin çavkaniyên fermî.