Serdozgerê Tehranê îdiayên Trump red kirin: Bidarvekirin berdewam dikin

Dîroka Weşanê :
Serdozgerê Tehranê îdiayên Trump red kirin: Bidarvekirin berdewam dikin

PeyamaKurd – Serdozgerê Giştî yê Tehranê, Elî Salehî, îdiayên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê rawestandina darvekirinan li Rohilatê Kurdistanê û Îranê bi tundî red kirin.

Salehî got ku Trump "derewan dike" û tekez kir ku proseya bidarvekirinan nehatiye rawestandin.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Donald Trump îdia kiribû ku rejîma Îranê darvekirina 800 kesan rawestandiye.

Salehî di bersiva xwe de diyar kir ku helwesta wan li hemberî "serhildêran" hişk û rasterast e.

Hêjayî gotinê ye ku di navbera berpirsên Îranê de li ser vê mijarê nakokî hene. Dema ku Serokê Dadweriyê Ejeî behsa darizandin û bidarvekirinên bilez dike, Wezîrê Derve Abbas Araqçî ji medyaya Amerîkî re ragihandibû ku ew ê xwepêşanderan îdam nekin.