Ji bo standardîzekirina kurmancî gaveke girîng: Rêbera Rastnivîsînê

Ji bo standardîzekirina kurmancî gaveke girîng: Rêbera Rastnivîsînê

PeyamaKurd - Komxebata Kurmancîyê ya ku bi înîsîyatîfa Weqfa Mezopotamyayê ava bûye, bi armanca standardîzekirina kurmancî gaveka girîng avêt û pirtûkeka bi navê “Rêbera Rastnivîsînê” belav kir.

Zimannas û lêkolînerên ji çar parçeyên Kurdistanê, di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de “Komxebata Kurmancî” pêk anîn û di encama vê komxebatê de ji bo standardîzekirina zaravayê kurmancî gaveke girîng avêtin û pirtûkeka bi navê  “Rêbera Rastnivîsînê” amade kirin.

Di vê komxebatê da zimannas û lêkolînerên kurd Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şûcaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mikaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî û Zulkuf Ergun cih girtin.

Xebata amadekiriyê ya Komxebata Kurmanciyê du sal û nîvan (14.03.2015 - 12.07.2017) dewam kiriye û di vî warî de bi tevahî heft civînên berfireh hatine lidarxistin.

Di pêşgotina Rêberê de tê gotin ku ev xebat xwe dispêrê “Rêbera Rastnivîsînê” ya Mistefa Aydoganî (Weşanxaneya Rûpelê) ango rojeva civînan jî bi awayekî giştî xwe spartiye xalên naveroka Rêbera Aydoganî û di encamê da komxebatê di her xalê da ew awayên heyî yên cuda hatine minaqeşekirin ku di axaftin û nivîsîna kurmancîyê da tên bikaranîn. Di pirtûkê da mijarên weke daçek, îzafe, xalbendî, nivîsîna tarîxê û hejmaran, tewang, kurtkirin û nivîsîna hin bêjeyên zimanên biyanî û gelek xalên girîng hene.

Beşdarên Komxebatê bi awayekî giştî li ser bingehê lihevkirinê gihîştine vê encamê. Lê li gel wê jî divê bê diyarkirin ku li ser hin xalan bîr û rayên cuda hebûn. Hêviya xebatkaran ew ku pêgiriya vê rêberê bê kirin û bi vî awayî nivîsîna kurmanciyê serrasttir bibe û herweha tiştên ku tên nivîsîn jî zelaltir û fambartir bibin.

Weqfa Mezopotamyayê herweha diyar dike ku ji bilî vê rêberê dê xebatên wan ên li ser zimanî bidomin. Kesên ku bixwazin pirtûka bi navê Rêbera Rastnivîsînê ya Kurmancî bi dest bixin dikarin ji pirtûkfiroşan û li Weqfa Mezopotamyayê peyda bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin