PeyamaKurd - Piştî tawana kuştina keça 10 salî ya Duhokî, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê bi bavê Dilînê re peywendî danî. Bavê keça 10 salî li ser naveroka peywendiya telefonî diyar kir ku Barzanî jê re gotiye Dilîn keça wan jî bû û ew nahêlin mafê wê ji dest biçe.

Dilîna 10 salî
Dilîn Welîd ku keçe 10 salî bû, êvara 5ê Hezîrana 2019an li nêzîkî mala xwe ya li navenda Duhokê winda bûbû, piştî sê rojan termê wî li nêzîkî yarîgeha Duhokê hatibû dîtin, piştre polîs kesek bi tometa kuştina Dilîn desteser kiribû. Termê dilîn çar roj li Dada Pizîşkî ya Dihokê mabû û piştî pişkinînê, roja 12ê Hezîrana 2019an radestî malbata wan hatibû kirin.
Kuştina Dilîn bi awayekî dirindane bû, lewma karvedanên mezin li pey vê mijarê hat, heta niha li Dihokê çar xwepêşandan hatine kirin û piraniya kesên ku beşdarî xwepêşandanê bûn, daxwaza darvekirina kujer kirin.
Piştî temambûna taziyeyê, Serok Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi bavê Dilîn kir. Bavê Dilîn, Welîd Ehmed li ser peywendiya telefonî ya Serok Barzanî diyar kir: “Destpêkê sersaxiya me xwest û piştre rewşa wê pirsî. Serok Barzanî got Dilîn tenê keça te nebû, keça me jî bû, em nahêlin mafê we ji dest biçe.”
Herwiha eşkere kir: “Serok Barzanî spasiya me kir ku me bi awayekî tund bertek nîşan neda û ev mijar ji yasayan re hişt.”
Bavê Dilîn tu daxwazek ji Serok Barzanî nekiriye û tenê gotiye ku "em bawer in ku nahêlî xwîna Dilîn li erdê bimîne".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin