PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serokê fraksiyonên Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê re dicive.
Biryar e îro Sêşemê (11.02.2020) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi amadebûna her du cîgirên xwe ve li gel serokên fraksiyonên Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê civînekê pêk bîne.
Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî ragihandibû, civîn bo guftûgoya li ser rewşa Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û yekhelwestiya fraksiyonên Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê ye.
Herwiha hat zanîn ku armanca sereke ya civînê yekxistina helwesta kurdan li parlamena Iraqê ye ku mebest jî garantîkirina mafên gelê Kurdistanê li Bexdayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin