PeyamaKurd – Talîbanê ragihand ku armanca wan tineye da Afxanistanê bixin destê xwe, li temamê Afxanistanê bibe desthilatdar lê heya serokkomarê niha Eşref Xanî ji ser îdarê nekeve, dê li welat aştî çênebe. Li gor nûçeya Euronewsê; berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn bo AP gotiye ku Xanî dev ji wezîfê berde û bi hevdîtinan karin lihev bikin ku temamê terefên di nav şer de ne, bi hevre hukumeteka nû avakirin û di pey van de, dê sîlihên di destên xwe de deynin.
Şahîn ragihandiye ku di rabirdûyê de, dema hêz an desthilat di yek destekî de bû, encam têkçûn bû û dê heman tiştê dubare nekin. Şahîn, di heyeta hevdîtinan de heya niha cîh digirt û bi vê gotina xwe qebûl dike ku 20 sal berê dema Talîbanê desthilatê xist destê xwe xeta kirine.
Şahîn, serokê niha Xanî bi geşepêdan û tevlihevkirina şer tewan kir û got; Xanî di peyama xwe ya cejna Qurbanê de soz daye ku li hemberê Talîbanê operasyonekî mezin bikin. Şahîn weka encam gotina xwe weha bi dawî kiriye:
“Berya agirbesê divê hukumeteka ku herkes wê qebûl bike bê avakirin û wê wextê şer jî çênabe.”
Xanî dibêje heya hukumeteka nûh ava bibe, dê li ser wezîfa xwe bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin