Tirkiye li Efrîn, Ezez û Babê 3 zankoyan vedike

Tirkiye li Efrîn, Ezez û Babê 3 zankoyan vedike

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi biryarnameyeke qanûnê xwest ku li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, bajarê Ezez û El-Babê yên Sûriyê zanko werin vekirin.

Li gorî biryarnameya ku di rojnameya fermî ya Tirkiyê de îro hatiye belavkirin, dê Zanîngeha Gaziantep (Dîlok) li El Babê Fakulteya Aborî û Zanistên Karîgeriyê, li Ezezê Zankoya İlmên Îslamî û li Efrînê jî Zankoya Perwerdehiyê veke.

Herwiha di çarçoveya biryarnameya îro hatiye weşandin de, li seranserê Tirkiyê jî 19 enstîtu û 8 zankoyên girêdayî zanîngehên cuda jî hatin girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin