Trump, Benyamin Netenyahu û hanima wî Sara Netenyahu di mala xwe pêşwazî kir

Trump, Benyamin Netenyahu û hanima wî Sara Netenyahu di mala xwe pêşwazî kir

PeyamaKurd -  Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu û hanima wî Sara Netenyahu li mala xwe pêşwaziya wan kir. Piştî 4 salan cara ewiliye ku hev dibînin. Di hevdîtinê de Trump li dijî Joe Biden û Kamala Harris axifî û got ku rêvebiriya Bden ji bo Îsraîlê tiştek nekiriye.

Hevdîtin ji bo çapemeniyê girtî bû her dû lîder li ser Rojhilata Navîn, rewşa dawiyê ya li Xezzayê û li ser têkiliyên DYA-Îsraîlê rawestiyan.

Trump, li ser gotinên Kamala Harrîs ku dema bi Netenyahu re hevdîtin kiribû got ku gotinên wê bêrêz bûn û ne kubar bû. Trump got:

“Di dewra serokatiya xwe de min ji bo Îsraîlê pêngavên baş avêt. Ez ji bo Îsraîlê zahf başim. Ji serokên berê baştirbûm. Ji bo Girên Golanê û Qudsê me gelek tiştan kir. Me avahiya konsulxana xwe ya Qudsê ava kir. Hem peymana nuklerî ya bi Îranê re. Rêviriya Biden tiştekî nekir. Harris di mijara Rojhilata Navîn de ji Biden xerabtire.

Piştî şerê duyem yê cîhanê, em di wextekî wisa de ne ku em herî nêz yê şerê 3em yê cîhanê ne. Ji ber kesên welatê me îdare dikin şiyanên wan kêm in.”

Benyamin Netenyahu li ser mijara ku wê li Xezzayê agirbes di nêz de bibe an nebe de, got:

“Hêvî dikim ku bibe. Wê wext vêya nîşanî me bide. Em dixwazin bibe û em li serê dixebitin. Di serê hefteya bê de, wê li Îtalyayê heyeta me tevlî muzakereyan bibe.”