PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî ragihand ku heke Îran ji bo lihevkirinê gavan neavêje, ew ê operasyona "Projeya Azadiyê" (Freedom Project) ku ji bo ewlehiya Tengava Hurmuzê hatibû destpêkirin, bi versiyoneke hîn berfirehtir û tundtir bidin destpêkirin.
‘Projeya Azadiyê Plus (+) Çi Ye?
Trump diyar kir ku ew li benda bersiva Îranê ne û heke pêvajoya dîplomatîk bi ser nekeve, ew ê vegerin ser operasyonên leşkerî.
Trump got: "Heke kar bi rêkûpêk nemeşin, em dikarin vegerin ser Projeya Azadiyê. Lê vê carê ew ê bibe 'Projeya Azadiyê Plus'. Yanî guhertinek ku tê de tedbîrên hîn girantir û zêdetir hene."
Şerê Rûsya û Ukraynayê: Ev dînbûn e
Serokê Amerîkayê derbarê agirbesta 3 rojan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî axivî û got: "Her meh 25 hezar leşkerên ciwan dimirin. Ev dînbûn e. Ez hêvî dikim ku ev agirbest bibe destpêka aştiyeke domdar."